Îran: Em ji ber veguhestina çeteyên DAÎŞ’ê bo Iraqê bi fikar in

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, diyar kir ku veguhestina çeteyên DAÎŞ’ê bo Iraqê binpêkirina pîvanên qanûna navdewletî ye û got ku ew hêvî dikin ev gav zirar nede têkiliyên Iraq û Îranê.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekaî, diyar kir ku ew li dijî şandina çeteyên DAÎŞ’ê bo Iraqê ne. Bekaî, ev yek wekî destwerdaneke eşkere di karûbarên navxweyî yên Iraqê û welatên din ên herêmê de û binpêkirina rêgezên qanûnên navneteweyî bi nav kir.

Bekaî, got ku veguhestina çeteyên DAÎŞ’ê bo Iraqê ji bo Îranê fikareke cidî ye û ew hêvî dikin ku ev gav zirarê nedin têkiliyên di navbera her du welatan de.

Bekaî, behsa pêvajoyên siyasî yên li Iraqê kir û destnîşan kir ku Îran rêzê li îradeya gelê Iraqê digire û divê gelê Iraqê li ser rêveberiya Iraqê biryar bide.